Wênesazê Kurd Rêdî Saît Toprak di „Pêşbirka Wêneyê ya di nav Xwendekarê Zanîngehên Tirkîyê“ de xelata yekemîn wergirt. Û em wî pîroz dikin.
Rêdî Sait TOPRAK, di sala 1983’an de li Riha / Hewagê ji dayik bûye. 2000–2004- Li Zanîngeha Çukurovayê Zankoya Perwerdehiyê di Beşa Perwerdehiya Hunerên Bedew de Lîsansa xwe kir. A niha jî Li Zanîngeha Çukurovayê Zankoya Perwerdehiyê di Beşa Perwerdehiya Hunerên Bedew de Mastera xwe dike. Heta niha sê pêşangehên şexsî vekirine û nêzîka sî heb pêşangehên têkel de cî girtiye.
Albuma wêneyên Rêdî Saît Toprak
Aref Gabeau:
Di 03/ 07 de helbestvanê kurd Husên M. Hebeş beşdarî Festîvala helbesta navnetewî ya ku li (Medellín /Colombia) li dardikeve dibe Festival Internacional de Poesía de Medellín (Colombia). Hêjayî gotinê ye ku ev cara yekeme helbestvankî kurd ji bo vê Festîvalê tê vexwendin. Festîval deh rojan dirêj dike û helbesvan ji hemû aliyên cîhanê tê de beşdar dibin.
Nivîskar Yaqob Tilermenî ji Qosera Mêrdînê ye û niha digel nivîskariya xwe li Mêrsînê mamostetiyê dike.
Wî, bi pirtûka çîrokan "Êşbazî" (2002) gav avêtibû nav nivîskariya kurdî.
Dûre du pirtûkên din ên çîrokan "Bermeqlûb" (2003) û "Ferhenga Sirgûnê" (2004) derxistibû. Tilermenî piştî van yekan dest bi romanan kir û xwest rêzeyeke romanan ku dê ji sê romanan pêk bihata bi navê "Sêbareya Mêrdînê" biweşîne. Di vê sêbareyê de romana yekem bi navê "Kitim" derket û niha jî romana duyem, ango pirtûka duyem a vê sêbareyê bi navê "Qerebafon" derket.
Di rojnama Cumhuriyetê de roja 28 Gulan 2009 daxuyanîyeke Prof. Dr. Kemal Karpat di derbarê pirsên di rojevê de derket. Agahdarî di derbarê Kurdan, Ermenîyan, Yahûdîyan, Rûman û polîtîka Turkîye ya Rojhilata Navîn de bû. (Nûçe ya Denîz Tatarer, ‘Sîyaseta Ermenîyan, bi xwînê hatîye boyaxkirin’)
Di rojnama Cumhuriyetê de roja 28 Gulan 2009 daxuyanîyeke Prof. Dr. Kemal Karpat di derbarê pirsên di rojevê de derket. Agahdarî di derbarê Kurdan, Ermenîyan, Yahûdîyan, Rûman û polîtîka Turkîye ya Rojhilata Navîn de bû. (Nûçe ya Denîz Tatarer, ‘Sîyaseta Ermenîyan, bi xwînê hatîye boyaxkirin’)
Ya rast li ser vê mijara (bê)qîmetbûna nivîskarên kurdan nivîsandin hinekî be jî derûnîya min xera dike. Çend roj e ez dixwazim binivîsim lê destê min nagire ku çend tiştan xêz bikim. Meseleyeke kompleks e. Tu nikarî tenê ji alîyekî ve binirxînî û bi encam bikî. Ji ber vê yekê jî di vir de mesele, bê tu ji kîjan alî lê dinerî. Mînak kesên ku siyaset (dirav-pere) di destê wan de be dibe ku nivîskaran bi “tiştekî” nehesibînin. Di jiyana îroj ya kapîtalîst de wekî her kes dizane “jiyan pere ye”. Bi awayekî civaknasî ew kurdên ku ji gundan derketin û îroj bi awayekî “nîv burjûwayî” dijîn têra xwe ji me re tiştan dibêjin. Lê ev nerîna min dibe ku dilê hin mirovan bihêle û mijar ji bo hin spekulasyonan vekirîye tenê dikarim tiştekî pêşniyarî van kesan bikim. Eger wextê wan hebe û peyda bikin bila çend pirtûkên Frantz Fanon yên ku li ser pedagojiya gelên bindest nivîsiye, bixwînin. Îcar derbasî meseleya “me” nivîskaran bibim.